• Tuesday, 17 February 2026
logo

Keça Sedam derbarê kuştina Izet Durî de daxuyaniyek belav kir!

Keça Sedam derbarê kuştina Izet Durî de daxuyaniyek belav kir!
Keça mezin a serokê rejîma Beis a Iraqê derbarê kuştina cîgirê bavê xwe de daxuyaniyek belav kir.

Roj 12.06.2018ê hejmarek çapemeniya Iraqê belav kirin ku cîgirê Seddam Husên, Izet Durî koça dawiyê kiriye. Lê beşek ji çapemeniyê ji zimanê Rexed Seddam Husên ku keça mezin a Seddam Husên e, daxuyaniyek belav kirin û di wê daxuyaniyê de ragehandibû Izet Durî koça dawiyê nekiriye.

Li gor nûçeya malpera Bexdad Post, parêzerê Rexed Seddam Husên Heysem Hereşî ragehandiye, ku Rexed Seddam ew erkdar kiriye ku peyamek serxweşiyê ji kesûkarên Izet Durî re rêbike.

Heysem Hereşî li gel koça dawî ya Izet Durî piştrast kir, ragehandiye ku Izet Durî li nexwaşxaneyeke Tunisê ji ber nexwaşiya xwînê koça dawî kiriye.

Basnews
Top