• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlementerê Kurd ê Swêdê li Stenbolê hat desteserkirin

Parlementerê Kurd ê Swêdê li Stenbolê hat desteserkirin
Parlementerê Kurd ê li Parlementoya Swêdê li Tirkiyê li balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.



Li gor zanyariyên medyaya Swêdê, Cebar Emîn li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat desteserkirin.



Cebar Emîn dema ku ber bi Stenbolê bi rê dikete, li ser facebookê wêneyeke xwe ya li balafirgeha Stockholmê belav kiriye û li ser wêneyê wiha nivîsandiye: “Ji bo çavdêriya hilbijartinan rêya ber bi Tirkiyê.”



Wezîrê Derve yê Swêdê Margot Walstrom bi daxuyaniyekê ji Tirkiyê daxwaza sedema bûyerê kiriye û dibêje: “Desteserkirina Cebar Emîn nayê qebûlkirin.”



Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Swêdê, Cebar Emîn ji bo çavdêriya hilbijartinên serokomarî û parlemetoyê çûbû Tirkiyê.

Rudaw
Top