• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bayik: Tirkiye nikare bejahî şerê PKKê bike

Bayik: Tirkiye nikare bejahî şerê PKKê bike
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê Cemîl Bayik ragihand, ku hêza Artêşa Tirkiyê tine ye bi awayekî bejahî şerê gerîleyan bike.

Cemîl Bayik ji rojnameyeke nêzîkî PKKê re axivî û derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Qendîlê got: Hêza dewletê û serbazên Tirkiyê nemaye ku bi bejahî şer bikin. Serokkomar, Serokwezîr û hêzên cuda yên dewleta Tirk çendî daxuyaniyan bidin jî, îradeya Artêşa Tirk nemaye û ew nikare bi bejahî li dijî gerîla şer bike.

Bayik got jî: Tirkiyê bûye xwediya hin îmkanên teknîkî, bi riya wan îmkanan li ser piyan dimîne û bizavan dike şer bike. Firokeyên şer bombeyan dibarînin û hinek ji hêzên serbazî datînin wan cihên bombebaran dikin.

Navhatî diyar kir, ku Tirkiyê li yek-du girên li ser sînorê Çelê, girê Lêlîkanê yê li herêma Biradostê, bi vî rengî ala xwe çikandiye, lê ti hêza wê tine ye ku herêmekê kontrol bike.

K24
Top