• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ebadî: Li ser operasyonan hevahengiya me li gel Tirkiyê tine

Ebadî: Li ser operasyonan hevahengiya me li gel Tirkiyê tine
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku di mijara operasyonên ser sînor de li gel Tirkiyê hevahengiya wan tine ye û got: “Em rê nadin PKK ji Iraqê li dijî Tirkiyê çalakî bike.”

Heyder Ebadî piştî civîna Encûmena Wezîran civîneke çapemeniyê pêk anî û li ser operasyon û bombebarana Tirkiyê ya li hember PKKê ya li axa Başûrê Kurdistanê axivî û ragihand ku di mijara operasyonên ser sînor de hevahengiya wan li gel Tirkiyê tine.

Ebadî herwiha got: “Em nahêlin ti çalakiyeke leşkerî ji Iraqê ve, bi taybetî ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve li dijî Tirkiyê were kirin, di heman demê de jî em ji Tirkiyê daxwaz dikin ku rêz li serweriya Iraqê bigre.”

Ebadî li ser karûbarên hikûmeta Iraqê diyar kir ku piştî temambûna temenê yasayî ya parlementoyê jî, hikûmet dê li ser karên xwe berdewam be.

Li ser encamên hilbijartinan, Ebadî diyar kir ku “kesên di hilbijartinan de sextekarî kirine, divê werin desteserkirin”.

Rudaw
Top