Dadgeha Îtîhadî ya Iraqê hilweşandina dengên taybet ên herêma Kurdistanê red kir!
Li gor biryara dadgeha Îtîhadî ya Iraqê nûjen kirina yasayê asayî ye û danîna dadweran di cîha berpirsên komîsyonê de jî bi heman awayî yasayî ye û herwaha rê û rêkarên nûjen kirina yasayê jî yasayî ye û destûrî ye.
Di beşeke din a biryara dadgeha Îtîhadî de helwêstê teqez û dawî derbarê madeya 3 a nûjen kirina yasaya helbijartinê ya sala 2013ê ya Iraqê de hate dayîn û bi fermî ew made hate hilweşandin, ku dijbûnek li gel destûra Iraqê heye.
Li gor madeya 3 (Dengdana dervey welat, dengên koçber û penaberan, dengdana taybet li herêma Kurdistanê) hatibûn hilweşandin, lê dadgeha Îtîhadî ew madeye bi temamî hilweşand û dengên taybet ên herêma Kurdistanê ku hatibûn hilweşandin ew yek jî red kir.
Basnews
