• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îran – Li Sîstan û Belûçistanê herî kêm 5 pasdar hatin kuştin û birîndar bûn

Îran – Li Sîstan û Belûçistanê herî kêm 5 pasdar hatin kuştin û birîndar bûn
Li herêma Sîstan û Belûçistan ya Îranê di encama êrişeke çekdarî de herî kêm 2 pasdarên Îranê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Şeva borî li herêma Sîstan û Belûçistan ya Îranê û li nêzîkî sînorê Pakistanê, komek çekdarên nenas êrişî pasdarên Îranê kirin.

li gorî medyaya Îranê, di wî şerî de du pasdar hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne, yek ji kuştiyan efserekî piledar bûye.

Heta niha nayê zanîn ewên ku êrişî pasdarên Îranê kirine, kî ne lê piraniya şer û êrişên ku li herêma Sîstan û Belûçistanê diqewimin, ji aliyê çekdarên îslamî yên grûpa Ceyşul Edl ve tên kirin.

Grûpa Ceyşul Edl grûpeke îslamî-sunnî ye û bo mafên belûçan şer dike.

Basnews
Top