• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

Gulan Media November 25, 2021 Nûçe
Serokwezîr   li    gel   Fermandarê   hêzên   hevpeymanan  civiya

hemahengiya navbera hevpeymanan û hêzên pêşmerge berdewam dibe.
Behsa metirsiyên terorê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 24ê Mijdara 2021an me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral John Brennan kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên Îraq, Sûriye û çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş kir.

Di berdewamiya civînê de me behsa reformên nava wezareta pêşmerge û girîngiya hebûna hemahengiyê di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi taybetî bo rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê kir, ku li çend navçeyên Îraqê bûne metirsiyeke rastîn bo ser şêniyên wan deveran.

Top