• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rewandiz…Eşîreke erebên Besrayê serdana malbata ciwanê xeniqîbû kir!

Rewandiz…Eşîreke erebên Besrayê serdana malbata ciwanê xeniqîbû kir!
Ji bo serxweşiya ciwanê xeniqîbû hejmarek kesayet û rû spiyên eşîreke erebên Besrayê, ku ji malbata wê jina ku di çemê Bersîrîn de xeniqîbû, serdana gundê Bersirînê kirin.

Qaymeqama Rewandizê Kuwêstan Ehmed ji BasNewsê re ragehand, duh 20.06.2018ê hejmarek şêx û kesayet û rû spiyên eşîrên erebên Besrayê, ku ji malbata wê jina ku di çemê Bersîrîn de xeniqîbû bûn, bo serxweşiyê li malbata Cebar Osman bikin serdana gundê Bersîrînê ya li sînorê qeza Rewandizê kirin.

Herwaha got: ‘’Her du aliyan serdana cîhê bûyerê kirin û peyama aştiyê û pêkvejiyanê dan û şanda mêvan helwêstê wî kurê ciwan ê kurd bilind nirxandin, ku ji bo rizgar kirina jiyana jineke geştyar a ereb xwe kire qurban û ji ber wê jî hewxemiya xwe anîn ziman û piştre jî şanda mêvan û kesayetên ereb brêz ve hatin rêkirin.’’

Basnews
Top