• Thursday, 26 February 2026
logo

Kilicdaroglu bo Erdogan: Rûne û weke zilaman erkê xwe bike

Gulan Media November 24, 2021 Nûçe
Kilicdaroglu bo Erdogan: Rûne û weke zilaman erkê xwe bike

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu li ser daketina nirxê lîreyê Tirkî rexne li  Serokkomarê Tirkiyê girtin û got: “Dema tu li Tirkiyê hatiyî ser desthilatê, nirxê her dolareke Amerîkî derdora 1 lîreyê Tirkî bû. Çi çêbû ku niha di yek carê de bû 12 lîre?”

Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro Sêşemê 23ê Mijdara 2021an di civîna fraksyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê derbarê rewşa xirab aborî û daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî rexneyên tund li desthilatê û Serokkomarê Tirkiyê girtin.

Kemal Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê da ku dema AK Partî li Tirkiyê hatiye ser desthilatê nirxê her dolareke Amerîkî derdora 1 lîreyê Tirkî bû/

Kiliçdaroglu wiha axivî: “Serokê sosyeteya koşkê Erdogan dibêje, em dê gelê xwe bi serkeftî ji vî şerê aborî derbixînin. Baş e birayê min çi çêbû ku te dest bi şerê millî yê rizgarbûnê kiriye? Ma heta duh kesekî din ev welat birêvedibir? Ev 20 sal in tu li ku bû? Dema te destpêkir yek dolar derdora 1 lîre bû. Çi çêbû ku di carekê de bû 12 lîre. Dibêjin em şerê millî yê rizgariyê dikin, dest ji van berdin. Dev ji germkirina gel berde, rûne û weke zilaman erkê xwe bike. Min ders da te û dersa xwe bixebite. Min ji te re got ka tu dê çi bikî."

 

Rudaw

Top