• Thursday, 26 February 2026
logo

Tehran- Di salekê de 3 hezar û 750 kes ji ber hewaya xirab koça dawî kirine

Gulan Media November 23, 2021 Nûçe
Tehran- Di salekê de 3 hezar û 750 kes ji ber hewaya xirab koça dawî kirine

Berpirsêkî Wezareta Tendirustiya Iranê aşkere kiriye di sala 2020an de bi tene li Tehranê ji ber qirêjiya hewayê 3 hezar û 750 kes mirine.

Serokê Lîjneya Tendirustiya Îranê Ebas Şahsûnî, di daxuyaniyekê de aşkere kiriye bi tene di sala 2020an ji ber qirêjiya hewayê 3 hezar û 750 kes koça dawaî kirine.

Herwiha Ebas Şahsûnî amaje bi wê yekê jî kiriye di sala nû de rêjeya qirêjiya hewayê zêdetir dibe û ew jî cihê nîgeraniyê ye.

Bajarê Tehranê yek ji bajarên herî qerebalix  û paytexta Îranê ye, ji ber qerebalixiya li bajêr û bi sedan kargehên pîşesaziyê her sal asîmanê Tehranê tûşî hewayeke pîs dibe û ew jî dibe sedema nexweşiyê li nava şêniyên Tehraê.

 

Basnews

Top