Jineke DAIŞî ya Brîtanî: Soz dan me bibin bihiştê, lê em birin dojeha Sûriyê
Şemîma jineke DAIŞî ya Brîtanî ye, welatê xwe ji sala 2015an ve bi cih hiştiye û li Sûriyê pêwendî bi DAIŞê kiriye, li wir jê re gotine wê dibin bihiştê, lê ew birine dojeha teqîn û kuştin û birînê.
Şemîma ji sala 2015an ve pêwendî bi DAIŞê re kiriye û ji welatê xwe yê Brîtanyayê daxwaz dike were dadgehîkirin.
Jina DAIŞî dibêje: “Niha jiyaneke ne xweş hîs dikim, hejmarek hevalên min ên ji min mezintir ez han dam ku biçim nav rêzên çekdarên DAIŞê.”
Şemîma diyar kiriye: “Ez amade me li dadgehê lêpirsîn li ser min were kirin, heta niha ev derfet nehatiye ber min, ez li bendê me ku eger werim dadgehîkirin, werim zindanîkirin, min tenê ev tawan kiriye ku min Brîtanya bi cih hişt û ez çûm Sûriyê.”
Herwiha gotiye: “Ez ji Brîtanyayê hez dikim, tenê rika min ji jiyana min hebû, ez dikarim di siberojê de weke jineke Brîtanî jiyaneke asayî bijîm, min ji niha ve malbata xwe winda kiriye, pêwendiya min bi wan re tune ye.”
Temenê Şemîma dema jê re soz dane ew ê wê bibin bihiştê, tenê 15 salî bûye.
K24
