• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media November 23, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 480 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de  480 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 223 kes li Hewlêrê, 74 kes li Silêmaniyê, 156 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 558 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 200 kes li Hewlêrê, 94 kes li Silêmaniyê, 222 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 14 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 372605

Mirin: 6789

Başbûn: 359200

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

 

K24

Top