• Thursday, 26 February 2026
logo

Îsraîl: Welatên Erebî jî li dijî Îranê dostên me ne

Gulan Media November 22, 2021 Nûçe
Îsraîl: Welatên Erebî jî li dijî Îranê dostên me ne

dibêje lazime li hember Îranê yekgirtî bin.
Dibêje nabe Îran bibe xwedan çekên etomî.

Duhê Şêwirmendê asayîşa nîştimaniya Îsraîlê Eyal Holata di dema pêşkêş kirina gotara xwe ya li forma diyaloga Menameyê de qala Îran û destwerdariyên Îranê yên di karûbarên welatên deverê de  kir.

Şêwirmendê asayîşa nîştimaniya Îsraîlê Eyal Holata ragihand ku eger Îran bibe xwedan çekên etomî vê demê Îran bibe metirsiyeke gelek mezin li ser asayîşa cîhan û deverê lewre lazime pêşiya Îranê were girtin.

Holata herwiha diyar kir ku, niha gelek welatên Erebî bi taybetî jî Îraq, li dijî destwerdanên Îranê, dostên Îsraîlê ne û li gel Îsraîlê hevkariyê dikin.

Nav hatî eşkere kiriye ku lazime welatên deverê û cîhanê bo parastina ewlekarî û aramiya xwe li dijî Îranê bibin xwedan helwesteke yekgirtî û rê nedin Îran bibe xwedan çekên etomî.

Top