Li Diyarbekirê di kombûna lihevhatinê de şer derket – 3 kes hatin kuştin!
Li bajarê Diyarbekirê di navbera du aliyên ku dixwastin li hev werin, şer derket û çend kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên ku ji aliyê medyaya Tirkiyê ve hatine belavkirin, roja 13 vê mehê li taxa Yenîşehîr ya bajarê Diyarbekirê, du komên ku dijminatiya wan hebûye û şer kiribûn, li qehwexaneyekê kom dibin da ku nakokiyên xwe çareser bikin û li hev bên.
Li gorî agahiyan, lê di navbera wan de dîsa şer derket.
Di wî şerî de ku bi çekan li hev dabûn, 4 kes birîndar bibûn. Du birîndar heman rojê mirin û birîndarek jî îro canê xwe ji dest da.
Ew kesên ku hatine kuştin, ev in: Hidayet Baran, Omer Çaglak, Muzefer Baran.
