• Thursday, 26 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê dest bi operasyoneke nû kir

Gulan Media November 22, 2021 Nûçe
Artêşa Tirkiyê li Bedlîsê dest bi operasyoneke nû kir

Li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê operasyonên artêşa Tirkiyê bidawî nabin. Li sînorê parêzgeha Bedlîsê operasyona “Eren Zivistan-7” li dijî gerîllayên PKKê destpê kir. Ev di demekê de ye ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje, hejmara gerîlayan daketiye jêr 180ê kesan.

Li gor daxuyaniyekê ku îro Duşemê 22ê Mijdara 2021ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-7” vê sibê bi beşdarbûna 680 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiriye ku ji 38 tîmên cuda pêk hatine.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî gerîllayên PKKê destpê kirine. Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Operasyona “Eren Zivistan-2 Amanos” roja Pêncşemê 11ê Mijdara 2021ê li devera Amanosa sînorê parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê bi beşdarbûna 718 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme ya Edenê, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir, ku ji 62 tîmên cuda pêk dihat.

Operasyona “Eren Zivistan-3” roja Duşembê 15ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgehên Amed û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê bi beşdarbûna 2 hezar û 103 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiribû.

Operasyona “Eren Zivistan-4” roja 16ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdarbûna 1240 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiribû ku ji 80ê tîman pêk dihat.

Operasyona “Eren Zivistan-5” roja Pêncşemê 18ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgeha Sêrtê bi beşdarbûna 700 çekdarên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 53 tîmên cuda pêk dihatin.

Operasyona “Eren Zivistan-6” riha Înê 19ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgeha Colemêrgê bi beşdarbûna yek hezar û 60 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ew jî 53 tîmên cuda bûn.

Operasyonên Tirkiyê li nav wî welatî zêdeyî çar meh e bi navê operasyonên “Eren” li 15 navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kirine.

 

Rudaw

Top