Binali Yıldırım: Pêwîste HDPê helwestekê eşkere li hember PKKê hebe
Binali Yıldırım birîkarê serokê AKPê îro di ahenga bangeşeya partîya xwe da li Samsonê ragihand: Wan ti kêşe li gel gelê Kurd û HDPê nînin, kêşeya wan terore.
Got jî: Ger HDPê nîyazên pak hebin û bixwaze jibo Tirkiyê û gelê Tirkiyê kar bike divê bi eşkerayî rû bi rû PKKê bibe.
Binali Yıldırım da zanîn jî: Ger HDPe helwestê xwe ron neke nikare nûneratîya Kurdan û gelê Tirkiyê bi giştî jî bike.
Waar.tv
