• Thursday, 26 February 2026
logo

Di 10 mehan de zêdetir ji 500 kesan canê xwe ji dest daye

Gulan Media November 21, 2021 Nûçe
Di 10 mehan de zêdetir ji 500 kesan canê xwe ji dest daye

rojane 22 kes li Kurdistanê dibin qurbanî.
Rojane herî kêm 11 bûyerên tirafîkê diqewmin.

Îro 21ê Mijdarê, roja cîhaniya bîranîna qurbaniyên bûyerên tirafîkê ye û bi vê minasebetê jî birêveberatiya polîs hatûçûya Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di nava 10 mehan de li seraserê Kurdistanê bi giştî 3 hezar û 509 bûyerên curbicur yên tirafîkê qewmîne.

Di encama wan bûyeran de bi giştî 530 kes canê xwe ji dest dane û 6 hezar û 26 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya birêveberatiya polîs de hatiye diyarkirin ku rojane li Kurdistanê 11 bûyer diqewmin û di encama wan bûyeran de jî li gor amaran 22 kes dibin qurbanî ( birîndar dibin anjî canê xwe ji dest didin).

Top