• Thursday, 26 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî piştî beşdariya li korbenda diyelogê Mename vegeriya Hewlêrê

Gulan Media November 21, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî piştî beşdariya li korbenda diyelogê Mename vegeriya Hewlêrê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî beşdariya korbenda diyaloga Menamê ya 2021ê û civîna ligel berpirsên pile bilind ê cihanê vegeriya Hewlêrê.

Êvara îro roja yekşemê 21. 11.2021ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî beşdariya li korbenda lutkeya (Diyaloga Menamê 2021) ku bi beşdariya berpirsên pile bilind ê cîhanê, di maweya 3 rojan li Menameya paytexta Behreynê hatibû sazkirin vegeriya Hewlêrê. 

Di roja yekem a korbenê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî panelekê bû derbarê guhertinên û rûdanên li Iraqê û herêmê.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di korbendê de gelek hevdîtin bi berpirsên welatên Ewropa û Amerîka û welatên Kendava Erebî re pêk anîn.

Herwiha di hevdîtinan de rewş û rûdanên li herêmê, aloziyên dawî yên li Iraqê û peywendiyên duqolî û bihêzkirina peywendiyan di warê siyasî, aborî û ewlehiyê de mijarên serekî yên hevdîtinan bûn.

Top