Li Reqayê di encama teqînekê de 3 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan!
Çapemeniya nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel YPGê belav kir, ku dema derbasbûna kerwanekî şervanên HSDê li taxa Kareba ya bajarê Reqayê, bombeyek ji şûnmayên DAIŞê bi wê hêzê ve teqiya û di encamê de sê şervanan canê xwe jidest dan û yekî din jî birîndar bû.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku di encama wê teqîanê de 5 şervanên HSDê canê xwe jidest dane û niha şervanên HSDê li nav bajarê Reqa di amadebaşiyê de ne.
Herwiha Rewangeha Sûrî diyar kir, ku teqîn di encama êrîşekê li dijî hêzên HSDê de pêkhatiye, neku ji ber teqîna bombeyekê ji şûnmayên DAIŞê bû.
Basnews
