• Thursday, 26 February 2026
logo

Hewlêr – Di şerê navbera du kesan de kesek bi kêrê hat kuştin

Gulan Media November 20, 2021 Civakî
Hewlêr – Di şerê navbera du kesan de kesek bi kêrê hat kuştin

Rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku di şerê navbera du kesên hevalê yekbûn de kesek ji wan bi kêrê jiyana xwe ji dest daye.

Îro 20.11.2021ê rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Piştî hêzên rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê hat agahdar kirin ku li taxa Sêtaqan a Hewlêrê bûyerekî şerkirinê derketiye, hêzên polîs geheştin cîhê bûyerê û derket ku du kesên hevalê yek şer kirin û di encamê de yek ji wan ku navê wî Ş.C.Ê ye kêr li wî hatiye dayîn û jiyana xwe ji dest daye.’’

Hat ragehandin naha hêzên rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê li ser bûyerê lêkolînê dikin û ji bo girtina kesê kujer jî lêgerîn û hewldan berdewam dikin ku bê dadgeh kirin.

Top