• Tuesday, 17 February 2026
logo

Xortekî Kurd ji bo jineke Ereb rizgar bike canê xwe jidest dide

Xortekî Kurd ji bo jineke Ereb rizgar bike canê xwe jidest dide
Nûçegihanê K24ê li devera Soran (Teyfûr Mihemed) ragihand, "Li nêzîkî gundê Bersîrîn yê ser bi bajarê Riwandizê ve, geştyareke Ereb dikeve nav avê û hewar dike, di wê kêlîkê de, xortekî Kurd bi hewara wê ve diçe daku wê rizgar bike, lê di encamê de herdu jî binav dibin".

Nûçegihanê K24ê got jî: "Navê wî xortê Kurd, Cebar Osman Seîd e û xelkê wê deverê ye, li xwaringehekê li ser riya wan navçeyan kar dikir, dema ku ew jina Ereb dikeve nav ava çem de û nema kare xwe ji avê rizgar bike, ew xortê Kurd bizav dike wê ji mirinê rizgar bike, lê wî jî li gel wê jinê canê xwe jidest da".

Herwiha (Teyfûr Mihemed) diyar kir, ku "Termê wê jinê hat dîtin, lê heya niha termê Cebar Seîd nehatiye dîtin û tîmên avjeniyê bizavên lêgerînê ji bo dîtina termê wî berdewam dikin".

Rêvebirê bergiriya şaristanî ya Soran emîd Îmad Rêkanî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku "Îro sibehê ew haydarî wê bûyerê bûne û ew malbata Ereb xelkê Bexdayê ye û ji bo geştûguzarê hatiye Herêma Kurdistanê û serdana devera Soran kiriye, dema ku ew bûyer tê sere wê malbatê, xortekî Kurd ku xelkê deverê ye, bizav kiriye wê jinê ji mirinê rizgar bike, lê av jî binav dibe û heya niha termê wî nehatiye dîtin".

Ew jina Ereb bi navê Zehra Haşim e û jidayikbûya sala (1982)an e, akinciya taxa Cedîde ya Bexdayê ye.

K24
Top