• Tuesday, 17 February 2026
logo

Efrîn... Çarenivîsa pênc welatiyên kurd ne diyar e

Efrîn... Çarenivîsa pênc welatiyên kurd ne diyar e
Çarenivîsa Pênc welatiyên gundekî Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ku bêtirî du mehan de, li ser destên milîsên bi ser Tirkiyê ve hatibûn revandin, ne diyar e.

Li gor navenda Efrînê ya ragihandê welatiyên bi navên( Ciwan Yûsêf, Hesen Xelîl, Îbiş Mihemed, Welat Tiş û Ewîl Mistefa) di 2 Nîsana bihûrî de, ji aliyê Lîwaya El-Fatêh de hatibûn girtin, pişt re berên wan dabûn gundê Beidîna ya navçeya Recoyê, li wir çaernivîsa wan wenda dibe û heya niha jî ti agahî li ser wan tune ne.

Tê zanîn ku bi sedan ji xort û keçên kurd, li ser destên milîsên bi ser turkiyê bi behaneya lêkolîn û tewanbariyên tevlîbûna nav rêzên YPG û YPJê hatine girtin, û hejmarek mezin ji wan hîn ne diyar e.

Basnews
Top