• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan: Me li Qendîlê li qada civînê xist

Erdogan: Me li Qendîlê li qada civînê xist
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser operasyonên bi ser Qendîlê de ragihand: “Me di vê operasyona herî dawî de li qadên wan ên civînê xist.”



Recep Tayyip Erdogan li televîzyona Kanal 7 a Tirkiyê derbarê rojev û geşedanên herî dawî de axivî.



Erdogan li ser pirsa derbarê operasyonên Artêşa Tirkiyê yên bi ser Qendîlê de got: “Em li ser Qendîlê bi awayekî biryardar disekinin. Me li wir bi 20 firokeyan 10 armancên giring xistin. Ev cebilxane filan bûn.”



Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir ku ew piştî operasyonan dest jê bernadin û xebatên xwe yên îstixbaratê didomînin.



Erdogan herwiha got: “Me di vê operasyona herî dawî de qadên wan ên herî giring ên cihên civînê lêxist. Me hêj encam bi dest nexistine, lê ev tekez e ku lêxistine. Ez cara ewil e ku bi we re parve dikim. Dibe ku îşev di malperên Hêzên Çekdarî were belavkirin.”



Li ser pirsa "gelo li Qendîlê di civînê de di nav kesên ku hatin lêdan de navên giring hene?" Erdogan got: “Em vê yekê weke îhtimaleke mezin dibînin.”

Rudaw
Top