• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çekdaran welatiyekî Efrînê êşkencekirin

Çekdaran welatiyekî Efrînê êşkencekirin
Çekdarên bi ser Tirkiyê ve welatiyekî Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi mebesta şelandinê, dane ber lêdan û îşkencê.

Li gor çalakvanan, girûpa Sultan Mûrad, a bi fermandariya Ferhan Igêdî, li gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê, zordariyê li xelkên gund dike û bi darê zorê peran ji wan distîne.

Di vî warî de, çekdaran cotkarê kurd, ê bi navê Mihemed Îbrahîm, ê pêncî salî, dane ber êşkencê, bi giranî birîndarkirine, avêtin kolanê, pişt re xelkên gundê xelîlaka li hawara wî çûn û ew rakirin Nexweşxaneya Hetayê ya Tirkiyê.

Li gor çalakvanan ragihandiye, çekdarên girûpa Sultan Mûrad, gundiyên wî gundî bi temamî, talan dikin û yê ku pere pê re tunebin didin ber lêdan û êşkencê.

Piştî vê bûyerê, xelkên gundê Xelîlaka bangewazî li aliyên peywendîdar kirin ku wan ji nav destên girûpa Sultan Mûrad a bi ser Tirkiyê ve, li hawara wan derkevin û wan ji nav destên wan çekdaran reha bikin.

Basnews
Top