• Thursday, 26 February 2026
logo

Pentagon: Iraq daxwazê ji me dike ku em hêzên xwe nekşînin

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Pentagon: Iraq daxwazê ji me dike ku em hêzên xwe nekşînin

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragehand, Iraqê daxwazê ji Amerîkayê dike ku em hêzên xwe venekşînin.

Cîgirê şêwirmendê wezîrê berevaniya Amerîkayê Dana Stroll di daxuyaniyekî ji bo kanala El Cezîre de ragehand: Hikûmeta Iraqê daxwaz dike hêzên Amerîkayê li welat bimînin.

Berî naha Iraqê di meha Tîrmeha borî de Bexda û Washington rêkeftin ku di dawiya salê (2021ê) hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê bên vekêşandin.

Piştî kuştina fermandarê Sipaha Quds a Îranê Qasim Silêmanî li balefirgeha Bexdayê, Parlamentoya Iraqê bi givaşa aliyên erebên şîe ve biryara derxistina hêzên Amerîkayê li ser axa welat da.

 

 

Basnews

Top