Li Sine du jinan xwe kuştin
Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jinek û keçekê dawî bi jiyana xwe anîn.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên mafên mirov ve hatine belavkirin, li bajarokê Dîwandere li parêzgeha Sine, jina bi navê Nîgar Pîhesen xwe xeniqand û dawî bi jiyana xwe anî.
Her wiha li bajarokê Kamyaran li parêzgeha Sine keça 16 salî ya bi navê Êlîna Sadiqî dawî bi jiyana xwe anî.
Heta niha nayê zanîn ew wan her du jinan çima xwe kuştine û şêwaza xwekuştina Êlînayê jî nehatiye zanîn.
Basnews
