• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rêberê Talîbanê hat kuştin

Rêberê Talîbanê hat kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê nûçeya kuştina Rêberê Talîbana Pakistanê Mola Fezlullah piştrast kir.



Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê, Mola Feyzullah di operasyoneke hêzên Amerîkayê de û bi encama pêkanîna êrişên esmanî yên bi firokeyên bêpîlot hatiye kuştin.



Herwiha hêzên esmanî yên Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan roja 13ê Hezîranê li eyaleta Kunar a li rojhilata Efxanistanê û li nêzîkî sînorên Pakistanê operasyonên leşkerî encam dane.



Hêzên Amerîkayê amaje bi wê yekê kiriye ku di êrişên wan ên esmanî de yek ji serkirdeyên diyar ên Talîbanî hatiye kuştin.



Sala 2013an, piştî kuştina Hekemullah Mehsûdî, Mola Feyzullah bûbû rêberê Talîbana Pakistanê

Rudaw
Top