Mesrûr Barzanî: Bila cejn bibe sedema serxistina jiyana serbixwe û şikomendane
Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Remezanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.
Bi minasebeta hatina cejna Remezanî Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û mihreban
Bi minasebeta cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbeta serfiraz ya şehîdan û pêşmerge yên qehreman, karmendên civata ewlekariya Kurdistanê, polis, misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.
Ji xwedê mezin daxwaz dikin îbadetên vê mehê ya tevahiya misilmanan qebûl bike û canê pêşmergeyên qehreman û hêzên ewlekarî ku bê beranber bi canê xwe beravanî ji xal û gelê Kurdistanê dikin biparêze.
Hêvî dikim ew cejna han hander be bo bihevre sazan(lihevkirin) û lihev hatina part û aliyên nîştimanperwer û dilsozên Kurdistanê daku bi yek projeya yekgîrtî ya nîştimanî mafên xwezayî û destûrî yên gelê me bidest bixin û xwesteka rasteqîn ya gelê Kurdistanê bo jiyaneke serbixwe û şikomendane biser bixin.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
14.6.2018
