• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama cejinê ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

Peyama cejinê ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Bi boneya hatina cejina Remezana pîroz, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê cejian hemû misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bi taybetî cejnê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmerge yên mêrxasên Kurdistanê pîroz dike û hêvî dike ku ev cejin bibe hêvênê xêr û xweşiyê ji her kesî û palderek be ku ji bona bi dest anîna aramî, aşitî û jiyaneka xweş ji bo gelê me, hemû alî bicidî bixebitin.

Teksta peyama civata wezîran:

Bi helkeftina hatina cejina Remezana pîroz ,em germitirîn pîrozbahiya li tevaya misilmanên Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikin, em pîrozbahiyeka taybet li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas dikin.

Em hêvîdar in ev cejine ji bo hemûyan hêvênê xêr û xweşiyê be û palderek be ku hemû alî bi armancên biratî û yekrêziyê ji bo bi dest anîna aramî, aşitî û jiyaneka xweş ji bo gelê me bi cidî bixebitin.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

Top