"Hêza serbazî ya welatên Erebî li Rojavayê Kurdistanê ye"
Jêderekî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji BasNewsê re axivî û ragihand ku şêwirmendên serbazî yên Erebîstana Siûdî, Îmarat û Urdinê ji sala 2014an û vir ve li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ligel hevpeyamana navdewletî xebatên xwe birêve dibin.
Wî jêderî eşkere kir ku ew hêza serbazî ya welatên Erebî li herêmê xebatên keşf, çavdêrî, îstîxbarat, birêxistinkirin û pêwendiyên ligel eşîrên Ereb birêve dibin.
Li gor gotinên wî jêderî ew hêz, eşîrên Ereb li dijî Îranê birêxistin dike û got, “Niha li herêma Elbu Kemal ku dikeve ser sînorê Iraqê zêdetirî 20 hezar milîsên Şîe hene. Peywîreke wê hêza welatên Erebî jî ew e ku ‘Xeta Şîe’ ku Îran hewl dide ava bike, asteng bikin."
Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyaz Dîrar berî niha ji BasNewsê re ragihandibû ku ew amade ne li gel hêza welatên Erebî kar bikin.
Basnews
