• Thursday, 26 February 2026
logo

Sevda Kaplan: Dixwazim li ser nivîsandina berhemên edebî berdewam bim

Gulan Media September 26, 2021 Hunerî
Sevda Kaplan: Dixwazim li ser nivîsandina berhemên edebî berdewam bim

Kitêba duyem a nivîskar û rojnameger li Bakurê Kurdistanê Sevda Kaplan bi navê ‘’Dîno’’ ji nava Weşanxaneya J/Jyê çap bû belav bû. Kaplan dibêje ew ê li ser nivîsandina berhemên edebî berdewam bike.

Kitêba nivîskar Sevda Kaplan romaneke û navaroka pirtûkê evîndarîya dû mirova ye,  lê dû mirovên dînîk in. Du mirovên kurd in, lê kurdên ku ne li gorî kevneşopîya kurdan tevdigerin e. Ew di vê berhemê de dibin keseyatiyên nû. Kesayetiyên modern û ji civaka xwe dûr dikevin. Evîndarê hevdû ne, lê ne evîndariyêkî asayî û ne ji rêzê ye. Îxanet, derew û xemginîyek ne diyar kirî  heye. Pêwandiyên wan bêtir bi erotîzmeke xwezayî ye. Li gorî rastiyê, bûyeran evîndarîya xeyalî  û erotîzim dinavbera dû kesên navdar de derbas dibe.

Di hevpeyvînekê ji bo BasNewsê de Sevda Kaplan dibêhe: ‘’Ev kîteba min a dûye mîn e. Lê li Tirkiyeyê kîteba  yeke mîn e. Lewra berê niha pirtûkekê min li herêma Kurdistanê li Duhokê binavê  ‘Jin Aştiya Jiyanê ye’ hatibû çapkirin. Ew lêkolînên foklorîk bû. Lê pirtûka binavê ‘ Dîno’ ceribandina romançeyek an binavêkê din novelek e. ‘’

Sevda Kaplan di aşkere jî kiriye projeyên wê bidawî nabin, jiyan kêngî xilas be wê plan û proje jî wê demê xilas bibin û ew dixwaze di warê nivîsandina roman û çîrokan de berdewam bike.

Di berdewamiyê jî de Sevda Kaplan behsa karîgeriya rojnamegeriyê li ser nivîsandina berhemên xwe dike û dibêje: ‘’Li ser karîgeriya kare Ez ji wê aliyê xwe bi şans dibînim, lewra derfeta min a lêkolîn kirin û çavdêrî zêde ye, lewra rojmeger im û di qadê de me, rastî gelek bûyer û çîrokên ji nava jiyanê têm.Ev jî min bi sûd dike. Metaryal zêde hene. Di nava civata me kurdan de çîrokên hîn nehatine aşkerekirin û veşartî hene. Ji van çîrok û buyeran mirov dikare gelek berhemên edebî derxîne.Ez ê jî di vê warî de xebatên xwe bidomînim. ‘’

Sevda Kaplan kî ye?

Sevda Kaplan ji bajarê Erxenî yê Diyarbekirê ye 28 sal e di karê ragihandin û medyayê de kar dike. Di gelek rojname malperên kurdî de nivîs û nûçeyên wê belav bûne û di çend televîzyonên kurdî de weke bêjer û peyamnêr kar kiriye. Hîn jî di kare peyamnêriyê de berdewam e.

 Klîbeke a helbesta kurdî  tomar kiriye û belav kiriye. Herwiha kitêba wê ya yekem li ser folklorê bi navê ‘Jin Aştiya Jiyanê ye ‘’ çap û belav bûye.

Top