Hêzên hikumetê li Til Eran û Til Haselê operasyoneke berfireh dest pê kiriye
Polîtîkayên hikumeta demkî li dijî gelê kurd her didomin.
Di vê çarçoveyê de hikumeta demkî li bajarokên Til Eran û Til Haselê operasyoneke berfireh di bin navê ewlehiyê dest pê kiriye.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê zêdetirî 200 wesayîtên leşkerî beşdarî wê operasyonê bûn.
Heta niha 10 ciwanên Kurd hatine girtin
Çavdêriya piştrast kirin ku di serdegirtinê de bi qasî 10 xortên Kurd hatine girtin û hîn jî ew sergirtin didome.
Her wiha di dema serdegirtinan de gelek jin rastî êrîşan ji aliyên hêzên hikumeta demkî ve tên.
Ji bilî vê yekê jî di nav hêzên ku beşdarî operasyonê bûne endamên komên El-Emşat û El-Hemzat hene.
Me hin dîmen ji wê operasyonê bi dest xistine lê temaşe bikin.
Di êrişa li ser bajarokê Til Eranê de jineke kurd birîndar bû
Li gorî agahiyan li bajarokê Til Eranê di serdegirtina malan de, dema ku jina Kurd a bi navê Nezha Hemkê li hember êriê nerazîbûn nîşan da,
Ji aliyê hêzên ewlekriyê ve rastî lêdanê hat û birîndar bû.
Jina birîndar ji bo dermankirin rakirin nexweşxaneyê.
Rudaw
