• Monday, 29 June 2026
logo

"Sîya Dil".. Berhema yekem a helbestvan Sîlda Mistefa derket

Pirtûka helbestan a Sîlda Mistefa ya bi navê "Sîya Dil - Tevlihehiya Jineke Kurd" ji aliyê Weşanxaneya Pûng ve li Bakurê Kurdistanê hat çapkirin. 

Helbestvan Sîlda Mistefa derbarê berhema xwe de ji Kurdistan24ê re ragihand, ev hewldana wê ya yekem e di qada nivîsê de. Di pirtûka "Sîya Dil" de nêzî 25 helbest cih digirin û naveroka wê wekî "tevliheviya hestên jinekê" tê pênasekirin.

Mistefa derbarê mijarên pirtûka xwe de diyar kir, helbestên wê qonaxên cuda yên jiyana jineke Kurd vedibêjin. Pirtûk bi taybetî li ser bandora dagirkirina welat, êşa xerîbiyê, bi tenê mayîn, hesreta dayikê û têkoşîna li hemberî van hestan hatiye hûnandin. Li gorî gotina helbestvan, pirtûk bi pirsên kûr ên li ser jiyanê û bersivên hişk bi dawî dibe.

Sîlda Mistefa di sala 1996an de li bajarê Efrînê ji dayik bûye. Zarokatiya wê di navbera Heleb û Efrînê de derbas bûye. Di sala 2017an de ji ber şert û mercên şer ji Efrînê koçber bûye û niha li welatê Awistiryayê dijî. Sîlda ku li wir xwendina xwe berdewam kiriye, niha wekî perester dixebite.

Çîroka Sîlda Mistefa ya bi zimanê Kurdî li xerîbiyê dest pê kiriye. Her çiqas wê berê bi zimanê Erebî dinivîsand jî, li Awistiryayê hezkirina zimanê Kurdî di dilê wê de şîn bûye û bi awayekî cidî dest bi fêrbûn û nivîsandina bi Kurdî kiriye. 

Helbesteke Sîlda Mistefa:

DAYÊ

Di vê şeva sar de

Hundirê min min nahewîne,

Xemgîniyek hov bi bêdeng di kolanên dilê min de dimeşe,

Min ji min direvîne, ez jî bê berxwedan derdikevim..

Lê paşeroj min nahêle,

Mûyek ji wan rojên dûr dixe çavên min,

Wê dikim hincet û dîtinê ji xwe re qedexe dikim.

Ez ê çawa bêjim dayê?

Ku ez ji hemû şeran bi laşekî sax derketim..

Niha li vî welatê dûr,

Tenêtiya min di xewnên kin de ji min re hêdî hêdî;

Kefenekî dirêj ji pelên zeytûnan didûrîne,

Qebrekî kûr bi tembûrên demê dikole,

Ji xewzaya wê axa sor kevirekî mor ji min diafirîne,

Bi dilopên baranê her şev hewl dide tîpek ji navê min li ser binivîse..

Na, qet nebêje “tu ji kûdera min î”,

Şerekî dijwar û giran bû, qeder tê de rûreş bû,

Êdî ne bêriya berê dikim, ne di îro de dijîm,

Ne meraqa siba dikim.

Bi sebrekî ji temenê min mezintir li benda dawiya wê me,

Tu jî dizanî qurban,

Mirin li wir pir xweş e..

 

K24

Top