Li Ormiyê du girtiyên kurd hatin îdamkirin
Li gorî agahiyên malpera Hengaw, îro danê sibê li girtîgeha Ormiyê du girtiyên kurd bi navên Xelîl Agûş û Suhêl Mîrbexş hatin îdamkirin.
Hat gotin ku ew du xortên kurd bi tohmeta kuştina bi enqest hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.
Xelîl Agûş xelkê bajarê Makû bûye û sala 2012 hatibû girtin, Suhêl Mîrbexş jî xelkê Ormiyê û sala 2014 hatibû girtin.
basnews
