HDP îro karnameya xwe radighîne
Li gor medya Tirkiyê, HDP îro saet 10ê serê sibehê li Hotêla Hilton a Enqerê karnameya xwe bo raya giştî eşkere dike.
Di karnameya HDPê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku di hundirê du salên yekem de ku wek qonaxa veguhêz hatiye pênasekirin, serokkomar û parlemento bi hevahengî karên xwe birêve dibin.
Di karnameya HDPê de behsa pêwistî û girîngiya danîna destûreke demokratîk bo Tirkiyê jî hatiye kirin.
Li ser mana berbijêrê HDPê bo serokatiya komara Tirkiyê Salahattin Demirtaş di girtîgehê de jî, biryar e HDP roja 15ê Gulanê serî li Dadgeha Bilind a Enqerê, Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê û Serokatiya Parlementoyê bide û daxwaza azadkirina Demîrtaş bike daku bikaribe beşdarî kampanya hilbijartinê bibe.
Rudaw
