• Wednesday, 18 February 2026
logo

Encam nû tên ragihandin: PDK li Mûsilê partiya yekemîn e

Encam nû tên ragihandin: PDK li Mûsilê partiya yekemîn e
Encamên destpêkê yên beşek ji navendên dengdanê yên li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê tên ragihandin.



Li gorî encamên dawîn PDK li bajarên Hewlêr, Duhok û Mûsilê li pêş e û li Silêmaniyê jî YNK partiya yekemîn e.



Li gorî encamên heta niha li Hewlêrê partiyan ev hinde deng wergirtine:



Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) - 222 hezar û 106 deng



Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) - 56 hezar û 64 deng



Nifşê Nû - 52 hezar û 948 deng



Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî - 36 hezar û 582 deng



Komela Îslamî ya Kurdistanê - 34 hezar û 156 deng



Tegera Goran- 29 hezar û 688 deng



Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê - 17 hezar û 569 deng



Encamên destpêkê yên hinek navendên dengdanê yên bajarê Silêmaniyê wiha ne:



Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) - 38 hezar û 700 deng



Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) - 136 hezar û 400 deng



Nifşê Nû - 39 hezar û 343 deng



Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî - 10 hezar û 458 deng



Komela Îslamî ya Kurdistanê - 11 hezar û 293 deng



Tegera Goran- 96 hezar û 418 deng



Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê - 5 hezar û 890 deng



Encamên destpêkê yên hinek navendên li Duhokê jî wiha ne:



Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) - 316 hezar û 240 deng



Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) - 22 hezar û 848 deng



Tegera Goran- 3 hezar û 478 deng



Nifşê Nû - 16 hezar û 454 deng



Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî - 23 hezar û 779 deng



Komela Îslamî ya Kurdistanê - 3 hezar û 618 deng



Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê - 40 hezar û 858 deng



Li gorî encamên pêş li Mûsilê jî PDK bi 163 hezar dengand i rêza yekemîn de ye



Li parêzgeha Neynowa ku di Parlamentoya Iraqê de xwediyê 31 kursiyan e, PDK di rêza yekemîn de ye.



Li gorî encaman li bajarê Mûsilê û derdora wê PDKê 7 kursî, Lîsteya Nesr a bi serokariya Heyder Ebadî 5 kursî, Lîsteya Usame Nuceyfî 3 kursî û Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî jî 2 kursî bidest xistine.



Herwiha YNK ku berê li Mûsilê xwedî 2 kursiyan bû, di vê hilbijartinê de tenê kursiyekê bidest dixe.




YNKê li kîjan bajaran çend kursî bidest xist?



Encamên destpêkê yên beşek ji navendên dengdanê yên li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê tên ragihandin. Çavkaniyeke pile bilind ê YNKê jî hejmara kursiyên bidestxistine eşkere kir.



Li gorî encamên dawîn PDK li bajarên Hewlêr, Duhok û Mûsilê li pêş e û li Silêmaniyê jî YNK partiya yekemîn e.



Berpirseke pile bilind ê YNKê ragihand ku heta niha li gorî encamên destpêkê wan bi giştî 15 kursî stendine.



Hejmara kursî û navên parêzgehan wiha ne:



Silêmanî: 5 kursî



Hewlêr: 3 kursî



Kerkûk: 5 kursî



Mûsil: 1 kursî



Diyale: 1 kursî




Duh 12-05-2018 li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatine kirin.



Komîsyona Hilbijartinan ragihand, ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan % 44.52 bûye û biryare di nava 48 demjimêran de encamên giştî werin eşkerekirin.



Li gorî medyaya Brîtanyayê li sernaserê Iraqê lîsteya Hevpeymaniya Nesr li pêş e.



Hêjayê gotinê ye, ku piştî bidawîbûna proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û eşkerebûna encamên yekemîn, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Yekgirtû, Komela Îslamî û Nifşên Nû ragihandin, ku ew encamên hilbijartinan ên li Silêmanî û Helebceyê qebûl nakin.



Herwiha PDKê jî ragihand, ku ew gumanan ji encamên li Silêmanî û Kerkûkê dikin.

Rudaw
Top