• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiye ji ber turkmenan ji encamên hilbijartinên Iraqê yên li Kerkûkê nîgeran e!

Tirkiye ji ber turkmenan ji encamên hilbijartinên Iraqê yên li Kerkûkê nîgeran e!
Tê gotin ku Tirkiye li hember encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê li Kerkûkê nîgeran e û di wê baweriyê de turkmenên Kerkûkê bi temamî hatine piştguhxistin.

Duh li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê piroseya dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê hat lidarxistin.

Encamên destpêkê yên hilbijartinan eşkere bûne. Li gorî wan encaman, li hinek deveran bi taybet li devera Silêmaniyê û Kerkûkê sextekariyên mezin hatine kirin.

Tê gotin ku li Kerkûkê jî hêzên alîgirên komara îslamî ya Îranê gelek deng bi dest anîne û dengên turkmenan gelekî kêm bûne. Ev jî bûye sebeba nîgeraniya Tirkiyê.

Li gorî agahiyan, bihêzbûna Heşda Şeibî û lawazbûna turkmenan li Kerkûkê, Tirkiye nîgeran û tengav kiriye, çimkî Tirkiye ditirse Kerkûk bi temamî bikeve bin hejmoniya Îranê û turkmen bên piştguhxistin û mafên wan jî bên xwarin.

Basnews
Top