• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka daxwaz dike Hikûmeta nû ji bo xizmeta hemû Iraqiyan be

Amerîka daxwaz dike Hikûmeta nû ji bo xizmeta hemû Iraqiyan be
Wezîrê derve tê Amerîka Mike Pompeo, piroseya hilbijartinan li Iraqiyan pîroz kir û got: "Amerîka pêbendî rêkevtina çarçoveya stiratîjî ye li gel Iraqê û emê pêwendiyên xwe pêşeve bibin.

Li gorî nûçeyeke Ajansa Reutersê, Mike Pompeo gotiye: "Em daxwazê ji Perlemana Iraqê dikin, di zûtirîn dem de û wekî di destûrê de hatiye diyarkirin, Hikûmetekê pêk bîne ku kar ji bo xizmeta hemû Iraqiyan bike".

Roja Şemiyê 12/5/2018an, hilbijartinên Perlemana Iraqê hatin kirin û hevber li gel hilbijartinên berê, rêjeya beşdarîkirina welatiyan di piroseya dengdanê de gellekî kêm bûye û li Iraqê negihiştiye 45% û biryar e, heya sibe encamp bên ragihandin.

K24
Top