Kerkûk: Tevahiya fermanber û karmendên Komisyona Hilbijartinan tên desteserkirin
Malpera El-Xed press ya Iraqî, ji ser zimanê jêderekî haydar belav kiriye, ku “Ebadî ferman daye hemû fermanber û karmendên Komisyona Hilbijartinan li Kerkûkê bên girtin û lêkolîn li gel wan bê kirin, sedema wê biryarê jî ew binpêkirin in, ku di dema birêveçûna piroseya dengdanê de, li parêzgeha Kerkûkê çêbûne”.
Herwiha wî jêderî diyar kiriye, ku “biryara Ebadî piştî wê yekê hatiye, ku hejmarek binpêkirin ji aliyê Komisyona Kerkûkê ve hatiye encamdan û tirsa wê yekê heye, ku saxtekarî di piroseya dengdanê de bûbe”.
Heman jêderî tekez kiriye, ku biryar ciddî ye û egera wê yekê heye, rêvebirê Komisyona Hilbijartinan li Kerkûkê bê guhertin, ji ber ku alîgiriya aliyekî siyasî kiriye û xwestiye hebûna xwe di wî postî de bikar bîne û bandorê li ser encamên hilbijartinan bike”.
Waar.tv
