Serokwezîr: Divê demildest êrîş û aloziyên Silêmaniyê bên rawestabdin
Teksta peyama Serokwezîr:
Em, ji ber têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê, gelek dilteng in û ji bona vê yekê em daxaz dikin ku, teqekirina ser baregayên partiyan demildest bi dawî bibe û hêzên ewlekariyê jî bi berpirsiyariya xwe ra bin û barga û lokalên hemû aliyan biparêzin.
Pêwîste hemû alî bi sebir û tehemul bin û bi rêyên yasayî gilîyên xwe û her gumaneke wan li ser encamên hilbijartinan heye li cem Komisyona serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê qeyd bikin û bi hemû awayan rewşa aramî û asayîşa civakî û xelkê Silêmaniyê li ber çavan bigirin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kuredistanê
12.05.2018
