• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Mûsilê Heşdî Şeibî rêgiriyê li dengdêrên kurd dike!

Li Mûsilê Heşdî Şeibî rêgiriyê li dengdêrên kurd dike!
Milîsên Heşdî Şeibî li deşta Mûsilê bi rêya danîna mayînan ve rê li hemwelatiyên kurd digrin ku beşdarî proseya dengdana parlamentoya Iraqê nebin.

Peyamnêrê BasNewsê ji çavkaniyeke baskê 14ê yê PDKê ragehand, hejmarek namzedên ereb û çekdarên Heşdî Şeibî pirsgirêkên pir mezin bo kurdên li deşta Mûsilê ava kirine.

Herwaha got: ‘’Milîsên Heşdî Şeibî di navbera bendava Mûsilê û Wankê bi rêya danîna mayînan ve rêgiriyê li beşdariya kurdan a proseya dengdanê digrin.’’

Heman çavkaniyê got, ew cîhê Heşdî Şeibî çar mayîn lê danîbûn rêya hatûçûna hemwelatiyên kurd a çûna binkeyên dengdanê ye.

Basnews
Top