• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Di navbera Kurdistan û Îranê de navçeyeke bazirganiya azad tê vekirin

Nêçîrvan Barzanî: Di navbera Kurdistan û Îranê de navçeyeke bazirganiya azad tê vekirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê navçeyeke bazirganiya azad tê vekirin.

konferansa pêşxisitna pêwendiyên aborî yên Îran û Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê dest pê kir. Şandeke mezin ya Îranê tevlî konferansê bûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî konferansê bûye. Nêçîrvan Barzanî di destpêka konferansê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, Îran ji bo Herêma Kurdistanê girîng e ji ber pêwendiyên Îran û Kurdistanê dîrokî ne.

Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn, di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de navçeyeke bazirganiya azad tê vekirin û cihê wê jî hatiye kifşkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman ku dê hewl bidin deriyên sînorî yên ne fermî yên navbera Îran û Başûrê Kurdistanê de jî bikin deriyên fermî.

Basnews
Top