Îranê bersîva Israilê da
Wezîrê bergirî yê Îranê Emir Hatemî daxûyaniyên Israilê, wekî ragihandinên derew binav kir. Hatemî destnîşankir: “Rejîma dagîrker a Qudisê û hevalbendên wê dive bizanin her pêngavek wan a metirsîdar beramberî Îranê, dê bêbersîv nemîne. Iran dê bihêle ku hûn poşman bibin”.
Berî ragihandina helwêsta Amerika girêdayî rêkeftina atomî, beramberî Îranê û bernameya wê ya atomî, bi taybetî ji alî Israilê ve hate ragihandin ku, Iran bernameyên bidizî birêve dibe û di destê wan de liser vê yekê belge û dokument hene.
K24
