Frensa û Amerîka bingeheke serbazî li Minbic ava dikin
Di wê çarçoveyê de, çalakvanên bajarê Minbicê li ser torên civakî çend girteyên vîdyoyî belav kirine, ku liv û tevgerên hêzên Frensî û Amerîkî têde diyar dibin.
Bi gotina wî berpirsê HSDê, damezirandina wê bingeha nû li Minbicê, bi mebesta parastina wê navçeyê ji tîrorîstan û gefên derve ye.
Ew bingeha serbazî dikeve bakurê hêla bergiriyê li Minbicê.
Niha jî bingeheke din ya hêzên Amerîkî li rojavayê Minbicê heye û bi awayekî berdewam, hêzên Amerîkî çavdêriya rewşa ewlehiya bajar dikin.
K24
