Konfransa aborî ya Herêma Kurdistanê û Îranê dest pê kir
Konfransê li Hola Şehîd Seid Ebdullah li bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kir û Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyên Herêma Kurdistanê, Dara Celîl Xeyat gotara vekirina konfransê pêşkêş kir.
Piştî gotara Dara Celîl Xeyat, Wezîrê Plandanîn û Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Dr Elî Sindî gotara xwe pêşkêş dike.
Herwiha biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di konfransê de gotarekê pêşkêş bike.
Herwiha her îro ji bo beşdarîkirie di konferansa pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, şandeke payebilind a Hikumeta Iranê, bi serokayetiya Wezîrê Pîşesazî û Kanzayên Îranê Mihemed Şerîetmedarî gihîşte Hewlêrê û li firokexaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pilandana Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî ve hate pêşwazîkirin.
Herwiha di konferansê de, Wezîrê Pîşesazî û Kanzayên Iraqê Mihemed Sûdanî û Nûnerê Serokomarê Îranê ji bo geşepêdana pevguhertinên bazirganiyê di navbera Îran û Iraqê Hesen Danayîfer û Balyozê Iranê li Iraqê Îrec Mescidî jî beşdar dibin.
Konfrans ji aliyê Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Heêrma Kurdistanê ve hatiye organîzekirin.
Hevdem ligel şanda hikûmeta Îranê, alîkarê parêzgarê Sine, serokê odeya bazirganî ya Urmiyê, parêzgarê Kirmaşanê, alîkarê parêzgarê Isfehanê, serokê odeya bazirganiya Kirmaşanê, parêzgarê Urmiyê, birêvebirê gumrika Îranê û çend berpirsên din ên wî welatî di konfransa pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de beşdar dibin.
Herwiha hejmarek berpirsên din ên Herêma Kurdistanê û Îranê, tevî hejmarek parêzgarên Herêma Kurdistanê di çaçroveya konfransê de, di çend panêlên ciyawaz de, têkildarî pêwendiyên aborî yên navbera her du aliyan gotûbêjan bikin.
Konfransa pêşxistina pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ji îro Çarşemî 2ê Gulanê ve li Hewlêrê dest pê dike û dê heyama du rojan berdewam bike.
Rudaw
