Ji ber gefên Tirkiyê dikandarên Minbicê nîgeran in
Ji gelek deverên din jî, koçberan berê xwe dane nav bajarê Minbicê, lê ew gazinan ji xerabiya rewşê dikin.
Xortekî bajarê Minbicê dibêje: “Spas ji Xwedê re rewş baş e, tevgera xelkê jî heye, em şevbuhêrkên xwe li kafêterya derbas dikin, ergîlê dikişînin, tevgera bazarê gelekî xurt e, êdî rewş gelekî baş e.
Gefên berdewam li ser Minbicê bandoreke mezin li ser tevgera bazirganiyê kiriye. Bazirgan diyar dikin ku zor û zehmetiyan di anîna kelûpelan de dibînin, ji ber ku Minbic bajarekî nîv dorpêçkirî ye, him ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve û him jî ji aliyê çekdarên opozîsyona wî welatî ve.
Dikandarekî ji Minbicê ji Rûdawê re diyar kir: “Tevgera bazarê tê qebûlkirin, ne bi tenê rewşa siyasî bandora xwe li tevgera nav bazarê dike, rewşa çandiniyê jî bandorê xwe kiriye, îsal rewş wisa bû, em hêvîdar baştir bibe, daku rewşa bazarê jî baş bibe.”
Li Minbicê ji bilî xelkê navçeyê, hejmareke zêde ya awareyên başûr û navîna Sûriyê hene û niha careke din di bin gefa awarebûnê de ne.
Karkerek diyar kir: “Kesê dewlemend jiyana xwe derbas dike, lê hejar û belengaz mirî ne, spas ji Xwedê re karê me baş e, lê rewşa koçberan sifir e, li nav bajar rewşa koçberan gelekî xerab e, lê spas ji Xwedê re tevger li bajar heye.”
Rudaw
