• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Efrînê yekem xwepêşandana dijî çekdarên ser bi Tirkiyê ve

Li Efrînê yekem xwepêşandana dijî çekdarên ser bi Tirkiyê ve
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo yekemîn car xwepêşandan li dijî kiryarên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi rê ve çû.



Roja Duşemê 30.04.2018) derdora saet 20.00 xelkê Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî çekdarên grûpên ser bi Tirkiyê ve xwepêşandaneke protestokirinê kirin.



Çavkaniyeke taybet ji taxa Mehmûdiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku dema çekdarên grûpên Islamî xwestin deriyê malekê bişkînin û malbateke xelkê Xûteyê tê de niştecî bikin, cîranan ew yek protesto kir û di li dijî çekdaran derketin.



Li gorî çavkaniyê, çekdaran gulle bi ser xelkê de berdan û gef li Kurdan xwarin ku ew dê wan li Efrînê qir bikin.



Çavkaniyê diyar kir ku hejmareke zêdetir ji xelkê taxê kom bûn û xwepêşandanek ber ve binkeya artêşa Tirkiyê bi rê ve birin û daxwaza derxistina grûpên çekdar ji nav bajêr kirin.



Heman Çavkaniyê da zanîn ku piştî xwepêşandanê, artêşa Tirkiyê biryara qedexekirina çûnûhatinê li nav bajêr ji saet 21.00ê şevê ve li çekdaran û sivîlan der kir.

Rudaw
Top