Gorran: YNK çi dike bila bike em êdî kursiya parêzgariyê nadin YNKê!
Endamê Civata Niştimanî ya Gorranê Xelîl Serkanî ji BasNewsê re got, di hilbijartinên parêzgariya Silêmaniyê de dengên Heval Ebûbekir (parêzgarê niha yê Silêmaniyê) gelekî zêde bû lê namzedê YNKê sextekariyek mezin kir û dengên xwe zêde kir. Eger sextekarî nehatiba kirin wê çaxê pêwîst nedikir Gorran bi YNKê re rêkeftinê îmze bike, ji ber ku kursiya parêzgariyê bi temamî dibû para Gorranê.
Xelîl Serkanî her wiha got, wê çaxê Gorran bo xatirê welatiyan razî bû ku namzedê YNKê jî du salan bibe parêzgarê Silêmaniyê. Êdî pêwîst nake em girêdayî wê rêkeftinê bimînin ji ber ku YNK 2 salên xwe kiriye niha dora me ye.
Wî endamê Civata Niştimanî ya Gorranê anî ziman ku ew ti carî kursiya parêzgariya Silêmaniyê nadin YNKê û got, YNK çi dike bila bike em kursiya parêzgariyê êdî nadin wan. Ji aliyekî din, bi derketina partiya Berhem Salih re derbek mezin li YNKê ketiye, vêca YNK bi çi piştekî daxwaza parêzgariyê dike!?
Basnews
