Îlham Ehmed: Sozên navdewletî hene ji bo Tirkiye ji Efrînê vekişe
Îlham Ehmed di hevdîtinekê ligel ajansa “ANHA” de ragihand, divê Rûsya, Tirkiye û Îranê bizanin ku çareya tekane ji krîza Sûriyê re danûstandinên Cenêvê ye û divê hemû pêkhateyên Sûriyê tê de beşdar bin, heger ne wisa be alozî wê berdewam bike.
Îlham Ehmed, li ser daxuyaniyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşogulo ku dibêje lihevkirinên wan bi aliyê Amerîkî re derbarê çûna Minbicê hene got: "Heger Tirkiyê û Amerîkayê li ser Minbicê li hev bikin, wê demê Amerîka stûna ku pişta xwe lê digire dişkîne."
Li ser rewşa Efrînê Îlham Ehmed diyar kir, sozên navdewletî hebûn ku fişarê li Tirkiyê bikin, da ku ji Efrînê vekişe û şêniyên Efrînê jî bi parastina Hêzên Parastinê ya Aşîtiya navdewletî re vegerin warê xwe.
K24
