• Wednesday, 18 February 2026
logo

CHP banga hevpeymaniyê li HDPê dike

CHP banga hevpeymaniyê li HDPê dike
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bang dike: Divê dijitiya HDPê neyê kirin û hemû partiyên ku di referandûma 16ê Nîsanê de dengên na bikar anîbûn bibin hevpeyman.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi awayekî nerasterast rexne li Iyi-Partiyê girt û got, divê HDP wekî partiyeke şeytanî neyê nîşan dan. Hemû partiyên ku demokrasiyê dixwazin divê bibin hevpeyman û li Parlementoyê cih bigirin. Partiyên ko di referandûma 16ê Nîsanê de dengên “NA” bikaranîbûn divê hevûdu bigrin.

Hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê di 24ê Hezîrana bê de bi rê ve diçin, CHP dixwaze bi 8 partiyan re hevpeymaniyeke berfireh çê bike lê Iyî-Partî naxwaze digel HDPê di nav lîsteyekê de cih bigire.

K24
Top